Li bajarên Kurdan, jin her pirsgirêkê girantir dijîn
'Ji ber vê yekê hemû polîtîkayên hikûmeta yek zilamî, bi taybetî jî pêkanînên dijdemokratîk û polîtîkaya bêcezakirinê, jiyana jinên ciwan ên li herêmê ne ewletir û ji tundiyê re vekirîtir dike.'

Şîdeta li ser jinan û binpêkirina mafên jinan her sal zêde dibe. Betalkirina Peymana Stenbolê, vekirina qanûna jimare 6284 ji nîqaşê re, bersûcên kuştina jinan cezayên ku weke xelat têne binavkirin, dûrbûna bajaran ji hêsankirina jiyana jinan, newekheviya derfetan di şixul de û jiyana perwerdehiyê; Di nava jiyana jinan de sekna xwe berdewam dike. Zanîngeh ji bo jinên ciwan ne ewle ne, Citök bêçalak in, hîndekar û xwendekarên ku sûcdarên tacîzê ne, heta ku bertekek raya giştî nebin karê xwe berdewam dikin.

Ev hemû li bajarên kurdan, di bin sernavên nû de tên jiyîn. Mehrûmbûna keçan ji xwendinê, revandina jinan û bûkên zarokan, senaryoyên rêzefilmên adetî ne ku ev çend demsal in, lê dîsa jî ji bo jinên herêmê problemên rojane ne. Ji ber vê yekê hemû polîtîkayên hikûmeta yek zilamî, bi taybetî jî pêkanînên dijdemokratîk û polîtîkaya bêcezakirinê, jiyana jinên ciwan ên li herêmê ne ewletir û ji tundiyê re vekirîtir dike. Zewaca zarokan û dûrketina ji perwerdehiyê li vê erdnîgariyê pir zêde ye û mekanîzmayên pêşîlêgirtinê bêfonksîyon in. Tacîzkirin û şîdetê ya sîstematîk a dadrêsî berdewam dike, li pişt hêza parastinê ya yekreng vedişêre. Werin em bi kurtî li tiştên ku di van salên dawî de qewimîne binihêrin.

NE MÎNAKİN AWARTE NE, SÎSTEMATÎKİN

Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku di 21 saliya xwe de winda bû û careke din agahî jê nehat. Dê û bavê gumanbarê sereke Abarakov ku polîs in, ji lêpirsînê nehatin derxistin û dosyayên lêpirsînê bi wan re hatin parvekirin heta ku bertekek raya giştî çêbibe. Tevî ku 4 sal di ser re derbas bûne jî, hêj aqûbeta Gulîstan a li Dêrsimê ya ku hemû kes bi telefonên destan tên şopandin, winda bûye, nayê zanîn.

Li Sêrtê Îpek Er a 18 salî ji aliyê Çawişê pispor Musa Orhan ve bi rojan rastî îşkence û tecawizê hat û herî dawî întîxar kir. Mûsa Orhan bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Minakên herî naskirî yên li jor ne awarte ne. Ev du mînakên neveşartî yên tundî û tacîza sîstematîk a polîsan a li ser jinan li bajarên Kurdan in.Ji ber vê yekê jinên xwendekar ên Zanîngeha Munzurê, her cara ku devê xwe li ser têkoşîna jinên ciwan vedikin, behsa têkiliya cerdevanan a li kampusa zanîngehê û li bajêr dikin. Her wiha, heta ku ji bo windabûna jinên Kurd hesab bê pirsîn, bi hêza parastinê ya kincên yekreng ve girêdayî ye. Di dema ku daxuyaniyên çapemeniyê bi hincetên cuda tên astengkirin, xebatên komeleyên jinan tên bisînorkirin, tên rawestandin.

Jİ BO JİNAN CÎHANEKE DİN MİMKUN E

Ev hemû bûyer pêdiviya jinan bi taybetî jinên ciwan bi hev re û bi hev re tevbigerin zêde dike.Şikandina vê jiyana tund, tirsnak, tarî ya ku bi nîzama heyî û desthilatdariya yek zilamî, yekpartî li ser jinan hatiye ferzkirin û avakirina cîhanek wekhev û azad tenê bi hatina li kêleka hev, bi hev re, bi hêza ku em ji hev distînin û bi tekoşîna em bilind bikin pêkan e.

Ciwanên Kedê ji bo guhertina vê fermana ku bi salan e li ser me ferz kirine, xwe ji bo Konferansa 10emin amade dikin. Têkoşîna ji bo hatina cem hev û avakirina nîzameke ku kedê dide her ku diçe mezin dibe. Bang li hemû jinan dike ku vê jiyana tarî ya tijî tundî û tirsê têk bibin û welat û cîhanek wekhev azad ava bikin.

Yazının Türkçesi için tıklayın.

Wergêr: Nurjan Bêjan
Sûret: Ekmek ve Gül

İlgili haberler
İpek Er'den Rojvelat'a, kadınlar güvensizliğe mahk...

'Kürt kentlerinde devletin güvenlik güçlerinin kadına yönelik şiddet ve tacizinin önlenmesi ve faill...

Kürt kentlerinde kadınlar sorunları misliyle yaşıy...

‘Antidemokratik uygulamalar ve cezasızlık başta olmak üzere tek adamın politikaları da bölgede yaşay...

Kürt illerinde Mahsa Amini eylemleri: Tarihi diren...

Mahsa Jina Amini’nin katledilişinin yıldönümü’nde kürt illerinde sokaklara çıkan kadınlar bu tarihi...